image

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê ji AKPê û Serokê Giştî yê Partiya Dahatuyê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu îro 9ê Tebaxê serdana Diyarbekirê kir û li wir da xuyakirin, “Êdî nabe em pirsa Kurd tenê wekî pirsa herêmê bibînin. Çi dibe bila be ti kes nikare Tirkiyê parçe bike, çimkî niha bajarê herî zêde Kurdî lê tê axaftin ne Diyarbekir û Hewlêr e, Stenbol e.”

Davutoglu ku ji bo kongreya yekem a partiya xwe ya Diyabekirê serdana bajêr kir, civîneke rojnamevanî li dar xist.

Davutoglu di axaftina xwe de xwedî li zimanê Kurdî derket û betalkirina tezên bi Kurdî li Beşa Çand û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dicleyê rexne kir.

Davutoglu got, “Min berê jî gotibû, ezê îro jî bêjim. Çawa li Tirkiyê bi zimanên Îngilîzî, Fransî û Almanî tez têne nivîsandin, nabe ji bo Kurdî cudaxwazî bê kirin û astengiyan deyin. Me helwesta xwe nîşan daye û emê bidin jî.”

Davutoglu li ser mijara zimanê dayikê diyar kir: “Em di wê baweriyê de ne ku perwerdehiya zimanê zikmakî û bihêzkirina wî di nav jiyana civakî de, dê biratiya me ya civakî zexm bike.”

Ahmet Davutoglu herwiha bal kişand ser ku li Iraq û Sûriyê Kurd wekî ku ketine bin banê PKK, Amerîka, Fransa, Rûsya û welatên wekî Îmarat tê xuyakirin ku ev şermek e, divê birayên me yên Kurd di bin banê Tirkiyê de bin û got: “Niha jî dibêjim dema em li ser kar bûn, têkiliyên Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re di çi astê de bûn her kes dizane.”