image

PeyamaKurd Hat ragihandin ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê efserekî polîsê federal ê Iraqê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê polîsê federal ê Kerkûkê Amir Nûrî, şeva borî terorîstên DAIŞê nêzîkî ofîsa Xalîd li bajarê Kerkûkê bi çeka qenas a segvaniyê gule berdane hêzên polîsê federal ku piştî êrîşê jî vekişiyane.

Hat diyarkirin ku di encama gule berdanê û êrîşa terorîstên DAIŞê de efserekî polîs ê bi payeya neqîb jiyana xwe ji dest daye.