image

PeyamaKurd - Tawanbarên êrîşa Mêrdînê ku 5 welatiyên ji bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin, îro Duşemê derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Mêrdînêji bo 4 kesan biryara girtinê û ji bo kesekî jî biryara berdana bi mercê kontrola edlî da.

5 kesên bi tometa hebûna pêwendiya wan bi êrîşa qetilkirina 5 welatiyên Duhokê re hatibûn binçavkirin îro derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê ji bo 4 kesên bi navên F.A, A.K, Ç.B û M.Y  biryara zindanîkirinê da û ji bo kesekî din bi navê M.Ş jî biryara berdana bi mercê kontrola edlî hat dayîn.

Hat zanîn ku yek ji tawanbaran jin e û ew jî hatiye girtin. Li gorî îfadeyên kesên hatine girtin, dibêjin ku wan ji bo pere ew komkujî kiriye. 

Şeva 19ê Çile 5 welatiyên Duhokê ji bo tedawiyê bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser riya Nisêbîn-Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û jiyana xwe ji dest dabûn.