image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 331 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine , 17 kes jî pê mirine û 338 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji 331 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 92 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 23 kes li Germiyanê, 133 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê ne.

17 kesên can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ye.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 saetên borî de 338 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 97336 kesan, ya mirinan bû 3186 kes û heta niha 61026 nexweş jî baş bûne.