image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku digel Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dubey beşdarî Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COHP28) bûye, hevdîtin û danûstandinên xwe bi serok û serokwezîrên welatan re berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan li Dubey beşdarî merasîma destpêkirina Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) bûn.

Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya lûtkeyê de, bi Şahê Brîtanyayê Charlesê Sêyem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û bi gelek serok û rêvebirên welatan re hevdîtin kirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser platforma Xê got: “Ji bo parastina gerestêrka me, pêwîstî bi hevahengiya cîhanî û xebata bi hev re heye.”

Wê Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) heta 2yê Kanûnê dewam bike.