image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tê çaverêkirin ku Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser rewşa dawî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bicive.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî ji bo civînê dê geşedanên dawî yên siyasî parve bike.

Hat eşkerekirin ku Civata Ewlehiyê dê pêşnûmeya budçeya 3 salan di meha adarê de pêşkêşî Meclisa Nûneran bike û ji bo pêkanîna rojeva hikûmetê dê dengdayîn were nirxandin.

Di daxuyaniya Civata Ewlehiyê de hat gotin ku “Dan û stendinên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal berdewam dikin. Bi taybetî herdu alî di destpêka vê mehê de gihîştin rêkeftineke demkî û Bexdayê jî ji Enqereyê xwest ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê berdewam bike.”