image

PeyamaKurd - Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) gihîşt nêzîkî 177 milyon kesan û hejmara mirinan jî nêzî 3 milyon kesan bûye.

Li demeke ku hê jî hejmarek zêde ya pêketinan têne tomarkirin de, heta niha li seranserê cîhanê bi qasî 2.3 milyar kes hatine derzîkirin.

Li gor amarên dawî hejmara pêketiyên koronayê gihiştiye 176 milyon û 422 hezar û 212 kesan, ya mirinan gihîştiye 3 milyon û 810 hezar û 926 kesan û heta niha 160 milyon û 396 hezar û 300 kes jî baş bûne.

Heta niha welatên ku herî zêde hejmara pêketin û mirinan hatiye tomarkirin Amerîka û Hindistan in.