image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 7ê Kanûnê hejmarek erebên hawirde û çekdarên Heşdî Şeibî, bi çekan bi ser zeviyên çandiniyê yên gundê Singurî yê kurdên qezaya Xurmatûyê de girtin.

Hate zanîn ku cotkar û rûniştvanên gund li hember erebên hawirde û çekdarên Heşdî Şeibî rawestiyane û zeviyên xwe parastine, lê milîsên Heşdî Şeibî gule li cotkarên gund rêşandine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqê ligel milîsên Heşdî Şeibî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dagir kirin û ji wê demê ve proseya erebkirinê li deverên Kurdistanî hatiye xurtkirin.

Gelek caran li Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî hêzên iraqî davêjin ser gundên kurdan û dest datînin ser zeviyên wan.