image

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, derbarê êrîşa ser malbata Kurd a ji Hewlêrê li bajarê Mersînê ku parêzgariyê wekî sedem ‘bûyereke trafîkê’ nîşan dabû got, êrîşeke bi zanebûn û nijadperestî ye, li her cihekî zilm li Kurdan bê kirin an bên êşandin destê desthilatdarên Tirkiyê li pişt heye.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan destnîşan kir, ti pêwendiya êrîşa ser welatiyê bi navê Muştaq Mehmûd Kerîm û malbata wî bi bûyera trafîkê ve nîne û diyar kir, “Ev karekî bi mebest û nijadperestî ye. Ji ber wê jî dibêjim, li her cihekî zilm li Kurdan bê kirin û bikevin ber êrîşê, bêyî ti gumanekê destê desthilatdarên vî welatî li pişt e.”

Buldan bûyer bi tundî şermezar kir û xwest alîyê ku hiştiye êrîşî malbata Kurd bikin werin eşkere kirin û da xuyakirin, heger êrîşkar piştî çend rojên din bên azadkirin, wê demê hikûmet tohmetbar dibe û berpirsyarî dikeve ser mile hikûmetê.

Pervîn Buldan herwiha got, divê ew kes bi tundî bên cezakirin, hevdem divê ew kes û aliyên li pişt bûyerê jî werin cezakirin.

Nijadperestên Tirk êrîşî malbateka Kurd a Hewlêrî kirin 

Parêzgariya Hewlêrê êrîşa nijadperestî ya Mersînê şermezar kir û ji Tirkiyê cezakirina êrîşkaran xwest

Dizeyî: Me ji wan xwest êrîşkar bi cezayê herî giran bên cezakirin