image

PeyamaKurd – Hat ragihandin, kesê bi navê Îbrahîm Evdî Derwêş ku di bombebarana balafirên bêmirov ên Tirkiyê de roja 15ê Hezîranê li navçeya Şingalê Sinûnê birîndar bûbû, şeva borî li nexweşxaneyeke Mûsilê jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên di êrîşê de can dane gihîşt 2 kesan ku 5 jî birîndar in.

Dije Terora Kurdistanê derbarê wê êrîşê de ragihandibû ku balafirên bêmirov ên Tirkiyê baregeheke çekdarên PKKê li nehiya Sinûnê ya Şingalê bombebaran kirine û bûye sedema ziyanên canî û madî.

Piştî êrîşê xelkê Sinûnê çûbû ber baregeha YBŞê ya li Şingalê û daxwaz kiribû demildest ji cihên niştecîbûna welatiyan derkevin, ji ber ku hebûna baregehên wan bûye metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyên sivîl û alozî di navbera xelkê û çekdarên YBŞê de derketibû.

YBŞ bi ser PKKê ve ye û baregehên wê li çend navçeyên Şingalê hene ku demek berê jî alozî di navbera wan û artêşa Iraqê de derketibû ku car din ji ber wê aloziyê hejmarek malbatan koçî Duhokê kiribûn.