image

PeyamaKurd – Hejmarek bijîşkên Almanî, nêzikî nîv milyon Euro kelûpelên pizîşkî ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kirin û dişînin Rojava. Endamê Serokatiya Rêxistina International Emergency Help Dr. Constantin Ruck diyar kir: “Em dê vê hefteyê kelûpelên bijîşkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Bijîşkên Almanî di bin Rêxstina International Emergency Help de, ji bo Rojavayê Kurdistanê nêzikî 500 hezar Euro alîkarî kom kirine.

Rêxistina International Emergency Help diyar kir, kelûpelên bijîşkî yên ku ji amûrên pêşketî, kursiyên kesên xwedî pêdiviyên taybet, keresteyên ribirûbûna Koronayê pêk tên ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, gîhandine Hewlêrê.