image

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan li herêma Dêrazorê endamên çekdar ên eşîrên ereb êrîşan dibin ser hêzên HSDê û asayîşa Rojava jî ji bo piştgiriyê hêzeke zêde ya teqwiye şandiye herêmê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê gihîştine PeyamaKurdê, bi sedan endamên çekdar ên eşîrên ereb êrîşî baregeha HSDê ya li nav sînorê Dêrazorê kir û hejmarek şervanên HSDê jî dîl girtine.

Heman çavkanî diyar dikin ku îro danê sibehê jî bi sedan kesên endamên eşîrên ereb ên herêmê li dijî HSDê xwepêşandan kirine û piştre jî bi ser baregeha HSDê ya li Dêrazorê de girtine ku çek jî hatine bikaranîn.

Hat ragahandin ku çalakiya eşîrên ereb a bi navê ‘Hêrsa Gel’ berdewam dike û her diçe hejmara xwepêşanderan zêdetir dibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e êrîşên çekdarî bi ser şêxên eşîrên ereb ên herêmê de têne kirin ku ji aliyê Amerîka û Rêveberiya Xweser ve jî ew êrîş hatin şermezarkirin.