image

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, derbarê êrîşên şeva borî bi ser balafirgeha Hewlêrê da daxuyaniyek belav kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Hedad got, pêwîste lêkolîn li ser êrîşên moşekî ye ser Hewlêrê were kirin û ji bo wê jî pêwîstî bi hemahengiya zêdetir heye di navbera hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de.

Dr. Beşîr Hedad êrîşên komên terorîstî yên ser Hewlêrê bi tûndî şermezar kir û da zanîn ku bi wan êrîşan komên çekdar dixwazin asayiş û aramiya Hewlêrê têk bidin û serweriya niştimanî jî binpê bikin.

Di dewama daxuyaniyê de Hedad bang li hikûmeta Iraqê kir û ragihand, pêwîste hikûmeta federal bi awayekî cidî li ser wan êrîşan kar bike û lêpirsînê derbarê wan tohmetbaran de bike û ew kesên beşdar in di wan êrîşan de radestî dadgehê bike.