image

PeyamaKurd - Li gor zanyariyên ku Dijeterora Kurditanê û Hêzên Sûriya Demokrîk (HSDê) ragihandine, ji ber teqîna bombeyeke nûsandî li erebeyeke çekdarên YPGê berpirsên serbazî yên YPGê hatine kuştin. 

Dijeterora Kurdistanê ragehandiye ku sê berpirsên serbazî yên YPGyê li Dêrezûrê hatin kuştin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Ji ber teqîna bombeyeke nûsandî bi erebeyeke çekdarên YPGyê ve, sê berpirsên bilind ên serbazî yên YPGyê li parêzgeha Dêrezûrê ya Sûriyeyê hatin kuştin”.

Li gor ragehandina Dijeterora Kurdistanê, ew rûdan piştî nîvroya doh roja Sêşemê, di 5ê Berfembar a 2023an de,  li nêzî zeviya petrolê ya Omer li parêzgeha Dêrezûrê qewimiye”.

HSDyê ji aliyê xwe ve ragehand, berpirsekî wan ê serbazî bi navê Ronî Welat ku herwesa endamê Civata Serbazî ya Dêrezûrê ye “di êrîşeke teroriatî de li rojhilatê Dêrezûrê” hatiye kuştin.

Wezareta Bergiriya Tirkiyê hêj di der heqê buyerê de daxuyanî neda ye.