PeyamaKurd - Berdevkê Erebî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Walberg li ser pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn got: “Têkiliyên me yên bi Kurdan re li ser bingeha dostaniyê ne helwesta me ya li hemberî Kurdan nayê guhertin.”
Wahlberg ji K24ê re daye xuyakirin: “Li gor nêrîna me, pêwendiyên Amerîka bi Kurdan re li ser bingeha dostaniyê ye. Rast e hin peyvên siyasî yên wek hevpar an jî hevalbend li hember Kurdan tên bikaranîn, li serê hemûyan jî bikaranîna peyva dostaniyê gaveke rast e. Dostaniya di navbera Amerîka û Kurdan de bi dehan salan heye, berî sala 1991ê, ji ber vê yekê ew dostaniyeke xurt e û ti tişt nikare wê biguherîne. Em li ser bingeha wê dostaniyê, em pêşwaziyê li Kurdan dikin.”