
PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina aliyên Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan dike.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di kongreyeke rojnamevanî de diyar kir, Amerîka spasiya aliyên Herêma Kurdistanê dike ku hewlên wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê didin.
Patel derbarê rewşê de ev tişt got:
“Em kêfxweş in ku aliyên Herêma Kurdistanê bi diyalogê pirsgirêkan çareser dikin. Ji bo lîderan hewldaneke girîng e ku guh bidin daxwazên welatiyên xwe.
Em pêşwaziyê li rêkeftina partiyên Herêma Kurdistanê dikin ku di dawiya salê de hilbijartin bên kirin.”