image

PeyamaKurd - Parlamentera Brîtanyayê Alicia Kearns a endama Lijneya Karûbarên Derve û Stratejiya Asayişa Niştimanî ya Parlamentoya Brîtanyayê derbarê civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, wan dostaniya dîrokî ya navbera her du welatan gotûbêj kiriye.

Alicia Kearns piştî civîna ligel Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê da xuyakirin: “Me doh civîneke gelek baş li gel Serokê Herêma Kurdistanê  saz kir ji bo gotûbêjkirina wê hevrêtiya dîrokî ya di navbera welatên me de heye û herwiha ji bo gotûbêjkirina derfetên dahatûyê bo berjewendiyên me yên hevbeş.”

Parlamentera Brîtanyayê got: “Ez kêfxweş im ku wezîra me ya derve ya nû Liz Truss li gel birêz Serok Nêçîrvan Barzanî dicive.”

Hêjayî gotinê ye, Liz Truss ku berî niha Wezîra Bazirganî ya Navdewletî ya Brîtanya bû, doh Çarşemê di çarçoveya guhertinên di kabîneya hikûmetê de, ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve wek Wezîra Derve hat destnîşankirin û yekem civîna xwe wek Wezîra Derve ya Brîtanyayê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anî.