
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser êrîşên Îran û Tirkiyê bi ser Herêma Kurdistanê de got, çareseriya kêşeyan bi rêya leşkerî nabe û divê kêşe bi gotûbêjan werin çareserkirin.
Mehmûd Mihemed ji K24ê re daye xuyakirin: “Ti car tank û top û balafir û moşekan kêşe çareser nekirine, divê bi gotûbêj û ji hev fêmkirinê kêşe werin çareserkirin.”
Mihemed got: “Me rêz li derdor û cîranên xwe girtiye, em hewl didin asayîşa wan nekeve metirsiyê.”
Berdevkê PDKê herwiha da zanîn, wan aliyên Kurdî yên parçeyên din ên Kurdistanê agahdar kirine ku nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Mehmûd Mihemed got: “Me ji aliyên Kurdî daxwaz kiriye ku rêzê li Herêma Kurdistanê bigrin û nebin kêşe ji bo Herêmê û bihane nedin destê welatên cîran ji bo êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê.”