image

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema teqîna li Lubnanê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Fikir, hezr û diayên me bi qurbaniyên ku di teqîna Lubnanê ya li Beyrûdê de canê xwe dane re ye. Bo mirov û hevalên qurbaniyên Lubnanê, sersaxiyê dixwazim. Herêma Kurdistanê di vî wextê teng de, li cem xelkê Lubnanê radiweste.”