image

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî derbarê êrîşên îro 28ê Îlonê yên Îranê bi ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û got, moşekbaran û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran.

Baregeha Barzanî diyar kir: “Ev cara çendan e ku Herêma Kurdistanê dikeve ber êrîşên moşekî û bombebaranên hêzên Îranê. Em vê êrîş û bombebaranê şermezar dikin, çimkî bûye sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û jin û zarokên bêtawan û ev di rastiyê de tawankarî ye, di heman demê de jî ev êrîş û bombebaran, binpêkirina bingehên cîrantî û dostanî û serweriyê ne û ti hincetek hilnagire û li dijî berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê ne.”

Baregeha Barzanî da zanîn, moşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran, ku ji bilî tawankarî û bêîstiqrariyê, ti tiştek jê berhem nayê.

Baregeha Barzanî daxwa kir, demildest ev êrîş û bombebaran werin rawestandin û Herêma Kurdistanê jî êdî nebe qada yekalîkirina pirsgirêk û nakokiyên welatên cîran.

Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya şermezarkirinê û bidawîanîna êrîşên