image

PeyamaKurd Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim îdiayên ku Amerîka soza parastina wan daye red kir û got, "Eşkere dibêjin em we naparêzin û ji bo we şerê Tirkiyê nakin."

Muslim got, ji ber ku îxanet bi şikandina sozê derketiye holê ew ê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê bi "xiyanetê" bi nav nekin.

Muslim da zanîn, "Me tu carî ferman ji Amerîkayê negirtiye" û diyar kir, Amerîka li gorî berjewendiyên xwe ketiye Sûriyeyê û ji bo berjewendiyên hevpar pêwîstî bi hevkariyê heye.

Muslim banga diyalogê li serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kir û got, "Demek di navbera me de diyalog hebû, lê niha diyalog bi Esed re nîne."

Herwiha eşkere kir, ew ji nêzîkbûna Sûriyê û Komkara Erebî kêfxweş in û got, "Em ji ber têkiliyên Kurd-Sûrî-Ereb ne aciz in, berovajî vê yekê em pêşwazî li van têkiliyan dikin."

Salih Muslim destnîşan kir, "Dibe ku HSDê ji artêşa Sûriyeyê zêdetir ji bo serwerî û parastina Sûriyeyê fedekarî kiribe, wê çima di Sûriyeya demokratîk de HSD nebe bingeha artêşa Sûriyeyê?"