image

PeyamaKurd - Desteya deriyên sînor a Îraqê ragihand ku roja duşemê li demjimêr 06:00 deriyê sînor û balafirgehan ku ji bo proseya dengdanê hatine girtin, wê bên vekirin.

Serokê desteya deriyên sînor ê Iraqê Omer Elwaîlî ji ajansa fermî ya Iraqê re da xuyakirin: “Ji ber tedbîrên hilbijartinê deriyên sînor û balafirgehên Iraqê hatine daxistin û wê sibe 11ê Cotmehê li demjimêr 06:00ê sibehê bên vekirin.”

Rêveberiya deriyê navnetewî yê Hacî Omeran jî ragihand ku ji ber birêveçûna proseya hilbijartina giştî ya Parlamentoya Iraqê, ew agahdariyê li hemû bazirgan û şîrket û hemwelatiyan û geştyarên xoşdewî dikin ku li ser biryara hikûmeta herêma Kurdistanê deriyê navnetewî yê Hacî Omeran heta roja duşemê demjimêr 06:00ê sibehê daxistî ye.