image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 24ê Mijdarê danê êvarê balafireke bêmirov a Tirkiyê depoyeke alavan a li başûrê Kobaniyê bombebaran kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, garaja alavan a li navçeya Sirînê ya başûrê Kobaniyê ji aliyê balafireke bêmirov a Tirkiyê ve hate bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên canî yên vê êrîşê de hîn ti agahî nehatine bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê ji 4ê Cotmeha 2023yan ve êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û heta niha ji bilî têkdana binesaziya herêmê hejmarek sivîl jî bûne qurbanî.