
PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di kongreya Pencemîn a YNKê ku li Silêmaniyê birêve diçe gotarek pêşkeş kir û tê de got, “Emê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin, YNK destê aştî û biratiyê dide her kesî.”
Serokê YNKê da zanîn ku divê pêwendiyên xwe yên bi hêzên Kurdan û Iraqê re bi hêz bikin û got: “Divê em hevkariya stratejîk a di navbera Kurdan û Şîeyan de pêş bixin. Divê em bi hev re li miletê xwe xwedî derkevin û divê em ji bo azadî demokrastiyê têbikoşîn.”
Talebanî di dewama axaftina xwe de got “Li pêşiya me du hilbijartin û kongreyek heye. Ev yek, hêza YNKê nîşan dide. Em ji hev bawer dikin, divê em gelê xwe li hev bînin. Divê em amade bin ku ji bo gelê xwe fedakariyan bikin. Xebatên YNKê nû dest pê dikin, divê em pişta hevdû bigirin. Hûn çi kar û erkî jî bidin min ez we tenê nahêlim.”