
PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku xwediyê hola dawetê ya ku şeva borî li qezaya Hemnadiye ya Nînowayê agir pê ketibû û zêdetirî 114 kesan can dabû, li Hewlêrê hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Me xwediyê hola dawetê ya li Hemdaniyeyê li Hewlêrê desteser kir.”
Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Mûsilê Ebdullah Remezan jî dabû xuyakirin ku ji ber berpirsiya wan di şewata eywana dawetê ya Hemdaniyê de 9 kes hatine desteserkirin, lê xwediyê holê reviyaye.
Ebdullah Remezan, ji bo desteserkirina xwediyê hola dawetê alîkarî ji Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed xwestibû.