image

PeyamaKurd – Balafirên artêşa Tirkiyê îro careke din bi rêya balafiran û topxaneyan navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê îro careke din sînorên bajarokên Batîfa, Dêrelok û Şêladizê li sînorê parêzgeha Duhokê kirin armanc.

Rêveberê bajarokê Batîfa dibêje, otomobîla hemwelatiyekê hatiye armanckirin û rûniştvanên 3 gundan jî, ji gundên xwe derketine.

Li gor Rêveberê Bajarokê Dêrelûka Amediyê Samî Berwarî ragihand, îro ji saet 10.30an heta 12.30an firokeyên Tirkiyê çiyayê Lînk û gundên sînorî li Nihêl û Nêrwerê li sînorê Dêrelûk û Şeladizê bombebaran kirin.

Herwiha li gor gotina Samî Berwarî, di wê bombebaranê de ziyaneke canî çênebûye, lêbelê bombebaranê tirs di nav xelkê de çêkiriye û agir bi çend cihan ketiye.

Roja 15ê Hezîranê artêşa Tirkiyê, bi rêya asmanî operasyona ‘Çengê Baz’ û roja 17ê Hezîranê jî bi rêya zemînî operasyona ‘Çengê Piling’ li Başûrê Kurdistanê bo tunekirina PKKê dabû destpêkirin.