image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, derbarê êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên nav axa Herêma Kurdistanê de, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de, êrîşa Îranê bi tundî hat şermezarkirin û hat diyarkirin, ew êrîş binpêkirina nerewa ya serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê da xuyakirin: “Em ji kuştin û birîndarbûna sivîlan agahdar in û hemû ziyanên canî yên ji ber êrîşên îro şermezar dikin. Em daxuyaniyên Hikûmeta Îranê yên ku gefa êrîşên zêdetir li dijî Iraqê dixwe, şermezar dikin.”

Herwiha hat gotin: “Em piştgiriya gel û Hikûmeta Iraqê li hember van êrîşên li ser serweriya wan dikin.”