
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi peyamekê bang li Enqerê kir ku dest ji operasyona bejahî ya li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê berde.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê General Patrick S. Ryder di peyama xwe de got, ev operasyon dikare destkeftiyên di şerê li dijî DAIŞê de bi dest ketine têk bibe.
Herwiha Patrick Ryder diyar kir, “Berdewamiya şer, bi taybetî êrîşa bejahî, wê destkeftiyên ku di şerê li dijî DAIŞê de bi dijwarî bi dest ketine lawaz bike û aramiya herêmê têk bibe.”
Ryder eşkere kir, ew rewabûna daxwazên ewlehiyê yên Enqereyê qebûl dikin, lê ji bo operasyonên bejahî "banga ragirtinê" dubare dikin.
Herî dawî Ryder got, leşkerên Amerîkî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bi cih bûne jî dewriyeyên xwe yên hevbeş ligel hevalbendên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêm kirine. “Ji ber ku em van bi hevkariya HSDê dikin û wê dewriyeyên HSDê kêm kiriye.”