image

PeyamaKurd – Di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de, bi merasîmeke li Hewlêrê hat lidarxistin, protokola ewlekarî û hevtêgihîştinê hat îmze kirin.

Îro 21ê Îlona 2022yan bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê  ya Karûbarên Asayîşa Navnetewî Celeste Wallender, protokoleke hevtêgihîştin û ewlekariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hat îmze kirin.

Di merasîma ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, balyozê Amerîkayê li Iraqê û hejmarek wezîr û şêwirmendên leşkerî amadehî kirin de, protokola hevtêgihîştinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hat îmze kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de, bal kişand ser qehremaniya Pêşmerge ya di şerê dijî terorê de û got, piştevaniya Amerîka û Hêzên Hevpeyman li Iraq û Herêma Kurdistanê bi bandor bû di têkşikandina DAIŞê de.

Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo tekoşîna dijî metirsiyên terorê de, spasiya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Herwiha Barzanî, behsa pêbendiya Herêma Kurdistanê ya bi hevbeşiya ligel Amerîkayê kir û got, ji ber hevkarî û piştgiriya wan a di çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û proseya yekxistina Pêşmerge de spasiya Amerîka û welatên dost dikim.