PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve di derbarê rewşa siyasî ya li Kurdistan û Iraqê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hem li Kurdistanê, hem li Iraqê xitimîneke siyasî heye.
Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf, li ser rewşa aloz a Iraqê, daxuyaniyek da.
Leaf di daxuyaniyê de ragihand ku aliyê siyasî yên li Kurdistanê jî di nav de nelihevkirinek heye û li Iraqê jî du alîyên girseyî yên Şiî ku ji Tevgera Sedr û Çarçoveya Koordînasyonê pêk tên, ketine tengaveke siyasî.
Alîkara wezîrî bi berdewamî got, tevî ku wan li ser vê rewşê bi rayedarên partiyên siyasî re guftûgo kiriye da ku di pêvajoya damezirandina hikûmetê de destwerdanê bikin lê ji bo vê daxwaza wan, bersiveke erênî nehatiye dayîn.
PDK û YNK’ê, hîn biryar nedaye
Rayedarên PDK û YNK, li ser berendamê hevpar ê ji bo serokomariyê, heta niha biryar nedaye lê belê di vê rewşa aloz a Iraqê de biryar hatibû dayîn ku ew wekî siyaseta Kurdistanî, bi sekineke yekgirtî tevbigerin.
Heta niha li Bexdayê jî di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Koordînasyonê de jî li ser berendamtiya serokwezîriyê lihevkirinek çênebûye û ji 1ê Tebaxê ve ye, alîgirên Muqteda Sedr, ji ber nerazîbûna berendamtiya Muhammed Şiya Sudanî ya ji bo serokwezîrtiyê, xwepêşandanan berdewam dikin.