image

PeyamaKurd – Di ser hilbijartina yekem ya parlementoya Kurdistanê de 30 sal derbas bû ku parlemento yekem nîşana demokrasiyê ye. Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bi sedema 30 em salvegera hilbijartina yekem ya Kurdistanê daxwuyaniyekî da. Konsulxane di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Herêma Kurdistanê bû mînakekî erênî ya pêkvejiyanê. Em bi sedema salvegera 30 yem ya ku di 19 ê gulana 1992 an de çêbû bû, em xelkê Kurdistanê pîroz dikin. Di 30 salên borî de Herêma Kurdistanê li giştiya herêmê bi xweşbînî û di nav aştiyê de bû mînakekî erênî.

Em bi xelkê Kurdistanê û hukumeta Herêma Kurdistanê ji hevpariya xwe û demokrasiyê, mafên mirovan, geşepêdana aboriyê û serdestiya hûqûqê û di hevkariyên reformên aborî de, em bi Kurdistanê serbilindin.

Amerîka bende ye ku di çarçoveya Iraqa federal de, bi Herêma Kurdistanê re, ji bo ewlehiya herêmê, refah û xwurtkirina berxwedana wê, bendeyê hevkariya daîmiye.”