PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, di mitînga partiya xwe ya ku îro li Semsura Bakurê Kurdistanê li dar xist de bal kişand ser pirsa Kurd a li Tirkiyeyê û da zanîn ku rêya çareseriya vê pirsgirêkê, di wekheviya welatiyan re derbas dibe.
Alî Babacan, di banga xwe ya ji bo girseyê de siyaseta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a li ser pirsa Kurd rexne kir û da zanîn ku pirsa Kurd li Tirkiyeyê heye.
Babacan di axaftina xwe de rexne li Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî kir û got,
“Berê Birêz Erdogan digot, ‘Pirsa Kurd heye û ev pirsgirêk a min e jî.’ Wê demê ew hikûmeta ku min jî di nav de cih digirt, di vê mijarê de xwedî hinek hewildan bû. Erdogan çû û hat, li aliyekî xwe Devlet Bahçelî danî û li aliyekî xwe jî Dogu Perînçek danî. Niha jî dibêje, ‘Tiştek bi navê pirsa Kurd tuneye.’
Dema li aliyekî Bahçelî û li aliyekî Perînçek hebe, ji xwe gotineke din a ku bibêje namîne. Birêz Bahçelî herî dawî kengî hatiye Semsûrê? Mirov li Enqereyê rûne û biaxive hêsane.”
Serokê Giştî yê DEVAyê, bi berdewamî bal kişand ser çareseriya pirsa Kurd û got,
“Di nav dewletê de divê mafê her kesî/ê wekî hev be. Çareseriya vê jî hemwelatîbûna wekhev e. Her welatiyek wekî hev û birûmet e. Her welatî dema ji dayîka xwe dibe, divê hemû mafên xwe bijî. Dewlet jî vî mafî dide welatiyan.”