image

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên tundrew ên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, li dibistanan mamosteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiye û Ixwan Mislimîn perwerdeya tundrewî û nijadperestiyê didin zarokên Kurd.

Li gorî raporteke malpera Afrinpostê ku ji bajarê Efrînê bi welatiyên Kurd re axiviye, li dibistinan perwerdeya Tirkî ya nijadperestî û îdeolojiya tundrewî bo zarokên Kurd tê dayîn.

Welatiyekî Kurd gotiye: ez di cem dibistana nûkirî li taxa Eşrefiyê re derbas bûm ku karname li ser xwendekaran belav dikirin.

Ew welatî ji Afrinpostê dide xuyakirin, “Min bihîst mamoste ji xwendekaran re dibêje ku divê hûn rojê 5 caran nimêjê bikin, divê roja Înê hûn biçin mizgeftê  û divê hûn li pey melayê Kurd nimêj nekin, pêwîst e Ereb be û alîgirê “Ceyş El-Îslam” be, min ev tişt bi guhên xwe bihîstin.

Li şûna ku wan zarokan hînî aştî û hezkirina mirovî bikin, milîsên Erdogan ramana tundrawî û paşverûtiyê di serê wan diçînin.”

Herwiha li gorî raportê, jineke niştedagîr ji Xûtayê beşek ji dibistana “Esdîqa” a taybet desteser kiriye û hemû msmosteyên Kurd jî hatine qewitandin û piştî binçavkirina xwediyê dibistana “Esdîqa” ya taybet, jineke niştedagîr bi navê “Sewsen El-Hesen” beşek ji dibistanê desteser kiriye û beşa din a dibistanê veguherandine nexweşxaneyê.

Afrinpostê diyar kiriye ku “Sewsen El-Xûlî” piştî bû rêvebera dibistanê, 7 mamosteyên Kurd qewitandin û li şûna wan hinek Xûtayî yên pê re bawerameya amadehî nînin, bi cî kirin ku ew mamosteyên niştadagîr li dijî zarokan tundiyê bi kar tînin û ji ber vê yekê şênî û bi taybet Kurd zarokên xwe naşînin dibistanê.

Beriya niha jî hatibû ragihandin ku Tirkiyê û milîsên wê yên Îslamî perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanên herêmê qedexe kiribûn û sala par derbasî bernameya ezmûnên bekeloriya li herêmê nekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Efrînê berî ku were dagirkirin, di pêvajoya salên şer li Sûriyê de, sembola jiyana hevpar û aştiyane bû. Lê belê piştî ku ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” têne naskirin û koçberên ji gundewarên Şam, Dera, Hums û Dêra Zorê lê bi cî kirin, veguherî navenda tundî û paşverûtiyê ku mamosteyên niştedagîr xwendekarên Kurd hînî ramanên kevneperestî û tundiyê dikin.