image

PeyamaKurd – Piştî civîna hukumeta Herêma Kurdistanê, bi sedema hukumeta Bexdayê mehaneyên memûrên Kurdistanê bi temamî neşandiye, wê xwe deyndar bike û mehaneyan bide. Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil weha got:

“Serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de got ku ew ji her tiştî bêhtir li ser xelkê Kurdistanê difikire. Di mafên hemwelatiyan de bêhtir hasase û bo mafê xelkê bixe garantiye, wê bi Bexdayê re hevdîtin dewam bikin. Serokwezîr Barzanî di van çend rojên dawiyê de, bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re li ser mehaneyan axifiye. Perê di destê hukumeta me de têra mehaneyan nake û bo qismê ku kême, wê hukumeta me xwe deyndar bike.”