image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 542 kesên din bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine û 17 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiya ragihandin, di nav 24 saetên borî 542 kes bi vîrusa koronayê ketine ku 285 kes li Hewlêrê, 56 kes li Silêmaniyê, 216 li Germiyanê, 160 kes li Duhokê û 16 kes jî li Helebceyê ne.

Wezaretê da xuyakirin ku 17 kesan jî ji wê nexweşiyê can daye ku 10 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, kesek li Germiyanê û kesek jî li Helebceyê bûn. Li gorî daxuyaniyê 141 pêketiyên din ên Koronayê jî li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûne.

Li gorî van amarên dawî, li herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 17 hezar û 39 kesan û hejmara kesên can dane jî gihîştiye 648 kesan ku 10 hezar û 143 kes jî heta niha baş bûne.