image

PeyamaKurd - Di demeke ku zimanê Kurdî ji aliyê gelê Kurd ve baş nayê axaftin de em bi wergêr û nivîskar Vahdettîn Înce re li ser rewşa zimanê Kurdî axivîn.

Vahdettîn Înce dibêje, heke Kurd di mal û sikakên xwe de bi Kurdî neaxivin, statuya Kurdî çêbibe jî tu feydeyê nade Kurdî.

Înce li ser rewşa zimanê Kurdî diyar dike ku ‘nebaş e’ û destnîşan dike: “Heger Kurdî Xwedê neke rojekê ji holê rabe. Sebeb ne bê statûbûn, ne nefermîbûn û ne bêperwerdebûn û ne nizam çi ye, sebeb çawa ku di stranên Şakiro de derbas dibe bira û pismamên xaîn ên ku pişta xwe dane Kurdî ne.

Xemxurê Kurdî Înce bibîr dixe, xemsariya Kurdan dewam bike, rojekê Kurdî bibe zimanê fermî jî, dê bibe zimanekî kes naaxive.

Bersivên Vahdettîn Înce bo PeyamaKurd wiha ne:

We kengî û çawa dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir?

Bi rastî têkiliya min bi xwendin û nivîsandina Kurdî ji heft-heşt saliya min vir de destpê dike. Çaxê ku min dest bi dibistana seretayî kir, di heman demê de xwendina min ya medresa li gundê me jî dest pê kir. Çawa tê zanîn zimanê perwerdehiyê ya li medreseyên Kurdan de Kurdî ye. Bi awakî mêl û hezkirin ez dikarim bêjim Kurdî li dilê min de rûnişt û êdî ji wir bar nekir heta roja îro. Ji xwe zimanê meyî zikmakî jî Kurdî bû, medresê huba Kurdî firande dilê min û hê jî didome. Min bêguman fersendek nedît ku bi Kurdî binivîsim, lê çi wextî kitêbên Kurdî ketin destê min, min xwendin. Çi kitêbên klasîk mîna mem û zîn, diwana cizîrî, beytên feqiyên teyran, çi jî kitêbên nûjen. Lêbelê cara ewil nivîsandina min ya bi Kurdî rastî sala derketina kovara nûbiharê tê. Wan salên ku Ozal piçêkî derî li ber Kurdî vekiribû. Di wê navberê de bi serkirdayetiya Sabah Kara, Süleyman Çevik û Osman tunç Nûbiharê jî mîna kulîlkekê zîl dabû. Min jî dest nivîsandina çîrokan kir. Erê, wî çaxî rojên 12 îlonên derbas bibûn lê sawa wê ye navdar ku di mêjiyê me de cî girtibû hê li ser serê me digeriya. Ji lewra min di nûbiharê de bi musteara “Bavê Xecê” dinivîsî. Heta dawiyê nedomand nivîskariya mine Kurdî ji ber teşqeleyên dinyalikê. Lewra kozî û kuyfetê min zaf bûn, min jî bona debara wan serî kutabû ser karê tercumeye. Ber wê yekê bo nivîskariya Kurdî zeman nema. Lê dîsa jî çi gavê fersend bikeve dest min dinivîsim, bi îzna Xwedê dê binivîsim. Min heta niha du kitêb ji Erebî wergerandin Kurdî.

Heta niha we kîjan pirtûk nivîsandine?

Heta niha min pênc pirtûk nivîsîne: “Kürdinsan”, “Kürtleri Bekleyen Tehlike”, “Kürdüm OHAL’de Türküm”, “Çevirmen”, “Kürtler Kimdir?”

Ev pênc pirtûk bi zimanê Tirkî ne. Lewra min xwest êş û elem û keser û rebeniya Kurdan, zilm û zilaleta ku dibînin, belengaziya ku dikişinin, ew agirê ku li ser wan tê barandin bi şahidiya serpêhatiyên xwe, çavdêriyên xwe, raçaviyên xwe ji gelê Tirkîaxêv re bêjim. Lewra ez di wê baweriyê de me nijadperestên ku jehriya Kemalîzmê vexwarine ne tê de, piraniya Tirkan nizanin ka çi diqewime li welêt de. Erê, şerek heye, erê mîna zar û zêçên Kurdan yên wan jî têne kuştin, erê ji vê rewşê dilgiran in lêbelê hay ji lîstokên di pişt perdê têne gerandin nînin. Ji ber vê çendê lazim e ku em bang li ujdana wan bikin da ku bin bandora propogandaya qirêje du alî de neminin. Ez hê jî di wê baweriyê de me ku em derdê xwe ji Tirkan re bêjin, ên ku me fêm bikin dê ji ên me fêm nekin zêdetir bin.

Pirtûkên we bêhtir li ser kîjan mijaran e?

Ji navê wan jî diyar e naveroka kitêbên min pirsgirêka Kurdan e. Qasî zanebûna xwe min bingeha vê pirsgirêkê danî ser maseya teşrîhê. Ceribandinên xwe anîn ziman. Tiştên ku min bihîstine min danî pêş çavên xwendevanan. Lewra ez bi eslê xwe ji eşîra Heyderan im û nêzîkî herêma geliyê zîlan im. Çavdêriyên min, bihîstinên min hemû ji şahidên zindî ên wê komkujîyê ne. Dibe ku ew bersiva ku min hêvî dikir, min nedît, lêbelê, kesek tenê jî min fêm bike, ew jî qezencek e.

Li ber dilê we pirtûka we ya herî hêja kîjan e?

Meriv çawa cudatiyê naxe navbera zarên xwe wusa jî naxe navbera pirtûkên xwe. Lê çawa ku meriv ji zareke xwe zêdetir hez dike, wusa jî ji kitêbeke xwa zêdetir hez dike. Kitêba ku ez zêde jê hez dikim, kitêba mine nuxurî ye. Yanî KURDİNSAN. Çawa hun dizanin zara merive nuxurî zêde şêrîn e. Lê bêguman hemû girîng in gorî min. Feqet “ÇEVİRMEN” û “KÜRTLER KİMDİR” jî li ber çavê min girîng in.

Li gorî we niha rewşa zimanê Kurdî çawa ye?

Hema bi yek peyvê nebaş e. Em nikarin bêjin ber bi mirinê ye, ketiye sekerata mewtê, lê belê pişt lê xûz bûye. Ne ji zext û asimilasyona biyaniyan, mixabin ji ber bêbextiya ewladan ku îro pişta xwe dane, êdî pê naaxivin, jê şerm dikin, jê direvîn, lê nayên mukurê. Ew Kurdiya ku di komkujiyan de, di zîlanan de, di dêrsiman de, di enfalan de, di Helebçeyan de bi ser bilindî bir xwe da. Wek mucizatekê ji wan dojehan filitî, ji rûyê ewladên bêxêr, îro piştxûz e. Ev şerma jî têra me heye. Ku Kurdî Xwedê neke rojekê ji holê rabe. Sebeb ne bê statûbûn, ne nefermîbûn û ne bêperwerdebûn û ne nizam çi ye, sebeb çawa ku di stranên Şakiro de derbas dibe bira û pismamên xaîn ên ku pişta xwe dane Kurdî ne.

Hûn pêşeroja Kurdî çawa dibînin?

Ku ev xemsariya Kurdan dewam bike, rojekê Kurdî bibe zimanê fermî jî, dê bibe zimanekî kes naaxive. Wî çaxî milyonan dibistanên Kurdî vebin jî çi feyde, ku Kurdî axêv nemabin. Mîna ku hinek kes ji kêfê re zimanekê mirî hîn bibin, mîna latînî hwd.

Hûn hêvî dikin ku zimanê Kurdî stauyeke fermî di demeke nêzîk de bi dest bixe?

Ez bi rastî girîngiyê didim statûya Kurdî. Lê statûya fermî her tişt nîne. Ku dewletê statu da Kurdî her tişt naqede. Ew tiştekî din e. Ya muhim ew e ku statûya Kurdî di mala xwe de, di gundê xwe de, di bajarê xwe de biparêzin.

Di Diyarbekirê de, di Wanê de, Mûşê de, Mêrdînê de, Rihayê de statûya Kurdî çi ye nav Kurdan de? Zimanê serdest e an hêdî hêdî tê bişavtin? Ya girîng ev e. Zimanek ku ji aliyê jinan û zaroken ve neyî axavtin ew ziman hemû qadên navnetewî de, di asta fermî de bê bilindkirin jî ew ziman dê bikeve sekerata mewtê û gunê wê jî di stûyê me qewm û lêzimên xaîn de ye.