PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku li ser 220 kompanî û 51 kesên ku di pîşesaziya berevaniya Rusyayê de kar dikin, dorpêç hatine sepandin.
Volodimir Zelenskiy, di banga xwe ya ji bi gelê Ukraynayê de ragihand ku wan sizayên nû li ser Rusyayê sepandine û got
"Em dorpêçên li dijî kesên hiqûqî û heqîqî ku piraniya wan Rus in û ji bo terorê dixebitin ragihînin. Bi tevahî 220 kompanî û 51 kes. Ev kompaniyên pîşesaziya parastinê ne. Kompaniyên Rusî ne ku xizmeta şer dikin in.”
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku hin kompanî û kes li derveyî sînorên Rusyayê kar dikin û wiha got: "Hemû ne li ser xaka dewleta terorîst, hinek jî li welatên din kar dikin. Lê her kes dê bi zexta cîhanê re rû bi rû bimîne. Em gav bi gav daneyên tekûzkirî berhev dikin. Li ser her kesê ku rasterast an nerasterast ji bo Rusyayê dixebitin, her yek ji wan dê were astengkirin."
Serokê Dewleta Ukraynayê diyar kir ku Rusya dê wenda bike û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Cîhan alîkariya me dike ku em jiyanê biparêzin. Her kesê li dijî cîhanê derkeve, dê bê parkirin. Rusya dê tiştekî bi dest nexe û dê her tiştî wenda bike. Li gel yên ku hewil didin bi rengekî li dijî terorê alîkariyê bidin wê."