image

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Ûkrayanayê Volodomîr Zelenskî şeva borî (05.12.2023), ragihand ku li devera Odessayê balafireke Rûsî hatiye daxistin û da zanîn ku bi taybet ew bergiriya hewayî ya Odessayê bihêz dikin. 

Volodomîr Zelenskî daxuyand ku li nêzîkî Girava Zmîînyî ya li Behrareş balafireke Rûsî daxistine û pîrozbahî li bergiriya Ukraynayê kir. 

Zelenskî, “Ez ji parastvanên ezmanî re minetdarim, hêj îro li Girava Zmîînyî ya li Behrareş balafireke Rûsî hat daxistin. Balafirê hewla lêdana Odessayê dida. Ji bo terorîstan ev jî kêmkirinekî ye. Emê berdewam terorîstan kêm bikin Bi taybet em hêdî hêdî li devera Odessayê bergiriya hewayî bihêz dikin. Lê ez bi şênberî sipasiya hemû welatên ku piştgiryê didin dikim."