image

PeyamaKurd – Piştî operasyona hefteya borî ya li ser herêma Qerebaxê pêleke mezin a koçberbûna xelkê Ermenên Qerebaxê dest pê kiriye ku çarenivîsa wan nediyar e.

Li gorî ragihandina rayedarên Ermenistanê, heta niha 42 hezar û 500 ermenên Qerebaxê gihîştinê Ermenistanê.

Hikûmeta Azerbaycanê jî ragihandibû, rêya yekane ku mirov dikare tê re biçin Ermenistanê vekiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Azerbaycanê daye xuyakirin, di operasyona ser Qerebaxê de 192 leşker û sivîlan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 500 leşker bûne birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Qerebaxê jî tenê ji wan 213 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, hefteya borî gotibû, ew xwe ji bo pêşwazîkirina 40 hezar koçberan amade dikin, lê 120 hezar kesên li Qerebaxê dixwazin koç bikin.

Ermenistan diyar dike ku ti ewlehiya jiyana xelkê Qerebaxê ku daxilê Azerbaycanê hatine kirin tune ye.