image

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê diyar kir, yekem haleta pêketina Xuriya Meymûnan li Tirkiyê hatiye dîtin.

Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca bi tweetekê diyar kir, yekem haleta pêketina bi Xuriya Meymûnan li Tirkiyê hat tomarkirin.

Herwiha eşkere kir, ew kesê bi wê nexweşiyê ketiye, kesekî 37 salî ye û niha ew hatiye kerentînekirin.

Hêjayî gotinê ye, Xuriya Meymûnan “Monkeypox” nexweşiyek vîral a ajalan e, bi giranî li herêmên daristanên tropîkal ên Afrîkaya Navîn û rojavayê Afrîkayê çêdibe û carinan li herêmên din jî tê dîtin û Xuriya Meymûnan bi rêya têkiliya nêzîk a bi mirov yan jî ajalekî vegirtî yan jî ji madeyên ku bi vîrusê bûne derbasî mirovan dibe.