image

PeyamaKurd - Agirbesta demkî ya di navbera Hemas û Îsraîlê de, piştî ku çend caran hate dirêjkirin, îro danê sibehê bi dawî bû.

Artêşa Îsraîlê piştî ku dawî li agirbestê anî, li Xezzeyê dest bi êrişên xwe kir û Xan Yûnisa li başûrê Xezeyê wek qada şer îlan kir.

Îsraîlê berî niha, başûrê Xezzeyê wekî cihê ewle ragihandibû.

Niha jî artêşa Îsraîlê dixwaze ku hinek herêmên Xan Yûnisê werin valakirin.

Artêşa Îsraîlê bi balafiran, broşûr avêtin 4 herêmên Xan Yûnisê û hişyarî da şêniyên wê.

Ev dever ji bo we ciyên metirsiyê ne

Di broşûrê de ev hişyarî hatibû kirin:

“Ji bo şêniyên El Karara, El Xuza, Absan û Benî Suheyleyê; bi lez û bez herêmê vala bikin û herin herêma Refahê. Bajarê Xan Yûnisê herêma şer e û ji bo we cihê metirsiyê ye.”

Herêmên Xuza û Absanê nêzîkî sînorê Îsraîlê ne û El Karara jî nêzîkî Cadeya Selahedînê ye.

Artêşa Îsraîlê herwiha herêma ku 1,7 milyon kes jê koçber bûne, ji bo dema vegeriyan lê bimînin li ser bi nexşeyekê destnîşan kir.

Di vê nexşeyê de tevahiya Xezeyê dabeşî 2 hezar û 300 beşî hatiye kirin.

Xezze, qadeke 365 kîlometre çargoşe ye û 2,3 milyon mirov lê dijîn.

Li gorî pîvana kilometre çargoşeyê, ji aliyê nifûsa xwe ve herêma ku herî zêdê mirov lê dijîn tê dîtin.

Agirbesta Hemas û Îsraîlê di 24ê Çiriya Paşînê dest pê kiribû.