image

PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hsabê xwe yê Twitterê de tirsa xwe ya di derbarê Kovid-19 ê de diyar kir û weha got:

“Jimara zêdebûna nexweşên nûh ciddiye. Ferqa di navbera du rojan de, cara ewiliyê ew çend zêde xuya dike. Divê em pêşî li encama rojên cejnê û têkiliyên tatîlê bigrin. Bo tedbîran pêdiviya me bi hevkariyê heye. Wezîr rêjeya rojê weha ragihand:

4.973.466 test heya îro hatine kirin.

   234.934 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

       5.765 nexweş heya îro mirine.

        %8.5 nisbeta hebûna zaturre di nexweşan de.

          583 nexweş halên wan girane.

   218.491 nexweş heya roja me baş bûne.

     46.249 test îro hatine kirin.

       1.083 kes îro nexweş ketine.

            18 kes îro mirine.

          994 nexweş îro baş bûne.