PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê Reutersê ve hat belavkirin, parlamentoya Slovakyayê jî endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê, erê kiriye.
Di nûçeya hat ragihandin de hat gotin ku parlamentoya Slovakyayê, duh endamtiya Swêd û Finlandiyayê erê kiriye. Hat ragihandin ku bi erêkirina Slovakyayê re jî tenê welatên ku hîn biryar nedane, Tirkiye û Macarîstan mane.
Hat ragihandin ku ji parlamentoya Slovakyayê, ji 150 parlamenteran, 126 parlamenteran; endamtiya Finlandiyayê, 124 parlamenteran jî endamtiya Swêdê erê kiriye.
Finlandiya û Swêdê, piştî şerê Rusya û Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kiribû, ji bo endamtiya NATOyê serî li kirariyên fermî dabû.