image

PeyamaKurd – Xwepêşandanên weka piştî hilbijartina serokatiya Amerîkayê car din destpêkirin. Xwepêşandêr terefdarên Trump ‘in. Ji bo car din nebe weka dema piştî hilbijartinan, ku avêtibûn ser kongra Amerîkayê, Polîsê Washingtonê û parêzvanên netewî tedbîrên tund yên asayîşî sitendin. Ji bo jimara xwepêşandêran, sînor danîn û kirin 700 kes.

Polîs bi endîşeye ku dibe di nav xwepêşandêran de kesên çekdar hebin. Eger weka hatiye plankirin dewam dike wê xwepêşandan zêde dirêj neke. Polîs bende ye ku destekvanên ji bo kesên ji doza avêtina ser kongreyê tên darizandin ku jimara wan li dora 600 kesaye, destekê bidin wan.

Rêvebirê polîsên kongreya Amerîkayê J. Thomas Manger duhî ragihandibû ku di xwepêşandanan de tehdîdên şiddetê heye. Manger di civîna çapemeniyê de gotibû ji bo xwepêşandan bê teşqele derbas bibe, plana wan ya xwurt heye.

Yek ji metirsiyan ew e ku di navbera layangirên Trump û dijberê wan de şer û pevçûn derê.