.jpg)
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 22yê Îlonê artêşa Ukraynayê êrîşek li bajarê Sivastopol ê Kirimê pêk aniye û li biryargeha fîloya keştiyên rûsî yên Derya Reş xistiye.
Parêzgarê Sivastopolê Mihail Razvojayev ragihandiye ku êrîşeke bi fuzeyan li ser biryargeha sereke ya keştiyên rûsî li Sîvastopolê pêk hatiye û gotiye, “Dibe ku êrîşeke din jî çêbibe. Rica dikim neyên navenda bajêr. Ji avahiyan dernekevin.”
Li gorî daxuyaniya parêzgarê Sîvastopol a di bin kontrola Rûsyayê de, tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê dixebitin, lê derbarê ziyanên canî de ti hûrgilî nehatine belavkirin.