image

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Mîsyona Îstîxrarê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Komara Demokratîk a Kongoyê ve (MONUSCO) hat dayîn, Ukraynayê, leşkerên xwe yên di hêza mîsyonê de vekişandine.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber şerê li Ukraynayê dewam dike, yekîneyên leşkerî yên ku daxwaza vekişandina wan ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve di meha adarê de hatibû kirin, roja înê ji welêt veqetiyane.

Bi rêya daxuyaniyê hat eşkerekirin ku Fermandarê MONUSCOyê Marcos da Costag, spasiya leşkeran kiriye ku 10 sal in tevkariya wan li mîsyonê bûye.

Li Komara Kongoyê, di nav mîsyona aştiyê de 14 hezar leşkerên hêzên aştiyê cih digirin û di nav van de jî 250 leşkerên Ukraynayê hebûn.