image

PeyamaKurd – Piştî ku hat ragihandin ku êdî sepana TikTokê wê ji roja Yekşemê pê ve li Amerîkayê neyê bikaranîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, du kompanyên wan Oracle û Walmart gihîştine rêkeftinê ku pir nêzîk e TikTokê ji Çînê bikirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Carolinaya Bakur di kampanya hilbijartinê de dilê alîgirên xwe xweş kir û li ser mijarê wiha got, “Di 24 demjimêrên borî de behs behsa TikTokê ye, baş e me rêkeftinek kiriye, wiha bizanim Walmart ligel Oracle ku Larry Ellison xwediyê wê ye, dixwazin bikirin. Ev jî yekgirtineke mezin e, min jî got, tiştekî jê re bikin, 5 milyar dolar veqetînin bo sektora perwerdeyê daku em bikaribin zanist û perwerdeyê di nav xelkê xwe de belav bikin û bibe dîroka rasteqîne bo vî welatî, dîroka rast ne dîroka sexte.”

Donald Trump “Em gelekî nêzîkê wê rêkeftinê ne û li vê derê kar bi wê teknolojyayê tê kirin. Dibe em baregehê wê bibin wilayeta Teksasê, bibûrin me hun jî jibîr nekirine, bazirganiyeke zêde li vê derê dikin, lê baregahê wê vedigerînin Amerîkayê ku girîng e li vê derê li Amerîkayê be. Kompanyayeke pir baş e. 25 hezar derfetên kar çêdike. Wek karekî destpêkê min pesend kiriye.”