image

PeyamaKurd – Li ser daweta serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres çûn bajarê Lvîvê yê Ûkraynayê. Hevdîtina wan li Qesra Potocki yê çêbû. Ewilî Erdoğan û Zelenski û paşî jî bi tevlîbûna Guterres civîn dewam kir.

Piştî civînê wezîrê avahiyên bingehîn yê Ûkraynayê Oleksandr Kubrakov û wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Muş peymanekî îmze kirin. Peyman di derbarê piştî şer biqede, ji bo avakirina avahiyên bingehîne û di peymanê de zebta lihevkirina avakirina avahiyên bingehîn yên Ûkraynayê. Wezîr Kubrakov piştî îmzekirina peymanê daxwuyaniyekî weha da:

“Tirkiye hevkarê me yê stratejîke. Daxwaza wan ya ji bo avahiyên bingehîn ku ji aliyê Rûsya de hatiye tehrîbkirin, em ji bo daxwaza wan minnetdarin. Tirkiye bi taybetî ji bo avakirina pirên Zaporijya û Kremenchukê û hem temamê piğran de tecrubeyên wê hene. Tirkiye weka hevparekî îsbat kiriye ku yê baweriyê ye. Ji ber em bende yê encama xebata pratîk ya avakirina ji nûh de ne.”

Serokatiya dewletê ya Ûkraynayê jî daxwuyaniyekî da û weha got:

“Ji bilî projeyên taybet, em ê di alîkariya teknîk û şêwrimendiya dewleta Tirkiyê de, ji Tirkiyê alîkariyê bistînin. Em ê grûbekî ji Ûkrayna û Tirkiyê ji bo Ûkraynayê ji nûh de avabikin damezrînin. Projeya me ya ewilî jî, pira navbera Bûça û Irpînê ya herêma Kîvê bi gundê Romanivka ve girêdide be.”