image

PeyamaKurd – Têkiliyên navbera Tirkiye û Ermenistanê her diçe normal dibin. Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser pêvajoya normalîzebûnê weha ragihand:

“Sînorê bejayiyê yê navbera Tirkiyê û Ermenistanê ji bo kesên ku her dû welatan ziyaret dikin yên ji welatên sêyem, ji bo derbas bibin, lihev kirine ku di wextekî nêzde sînor vebin.

Nûnerên her dû dewletan yên normalîzekirina her dû dewletan, îro li Viyanayê ji Tirkiyê balyoz Serdar Kılıç û cîgirê serokê parlementoya Ermenstanê Ruben Rubinyan hevdîtina çarem kirine. Her du teref lihev kirine ji bo ji welatên sêyem kesên herin her du dewletan, di wexteka kurt de ji bo wan deriyan vekin û biryarê dane ku pêvajoyê bidin destpêkirin.

Hem ji bo di navbera her du dewletan de bazirganiya kargoyê ya hewayî bidin destpêkirin, biryarê dane ku dest bi xebatan bikin. Her weha li ser babetên din yên ku divê bên normalkirin axifîne bê ku ti şertên pêş hebin.”