image

PeyamaKurd - Balyozê Ukrayna yê Enqereyê Vasyl Bodnar ragihand ku karmendên gumrika Tirkîyê dest danîne ser keştîyeke Rûsî ya ku genimê dizîyê yê Ukrayna tê de bar kirîbû.

Bodnar gotiye: "Hevkarîya me ya tam heye. Keştî niha li ber deriyê benderê radiweste, ji aliyê karmendên gumrikê yên Tirkîyê ve hatiye girtin,"

Balyozê Ukraynî herwiha da zanîn ku rewşa keştîyê wê roja Duşemê bi civîneke lêpirsîneran were diyarkirin.